Ji Bo Cara Yekem Jineke Kurd Wek Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Navendî ya Rêxistinên Jinên Fînlandiyayê Hat Hilbijartin
Îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026an, Federasyona Jinên Kurdistanî yên Diyasporayê (Kurdistan Diaspora Naisten Liitto) bi beşdarbûna di kongreya salane û pîrozbahiya 115 saliya damezrandina Yekîtiya Navendî ya Rêxistinên Jinên Fînlandiyayê (Naisjärjestöjen Keskusliitto) li bajarê Helsînkî, destkeftineke dîrokî ji bo jinên kurd ên li diyasporayê tomar kir.
Şanda federasyonê bi serokatiya Xanim Şîrîn Cundî Zekî, Seroka Federasyona Jinên Kurdistanî yên Diyasporayê, û bi hevaltiya Xanim Mediya, Berpirsa Komîteya Fînlandiyayê, û Xanim Xezale Gîray Ongorur beşdarî kongreyê bûn, ku tê de federasyon wek endameke fermî xwediyê mafê dengdanê bû.
Di dema kongreyê de, di nav 73 rêxistin û federasyonên jinan li ser asta Fînlandiyayê, nûnera Federasyona Jinên Kurdistanî yên Diyasporayê, Xanim Xezale Gîray Ongorur (Gazale Giray-Öngörür), bi piraniya dengên endaman wek endama desteya rêveberiya yekîtiyê ji bo gera sê salî ya (2027 heta 2029) hat hilbijartin.
Di dirêjahiya 115 salên temenê Yekîtiya Navendî ya Rêxistinên Jinên Fînlandiyayê de ku mezintirîn rêxistina sîwanî ya jinan e li welatên bakurê Ewropayê û zêdetirî sedsalekê ye ji bo mafên jinan û wekheviyê tê dikoşe ev cara yekem e nûnera rêxistineke jinên kurd cihê xwe di desteya rêveberiya vê navenda bilind de digire.
Her di kongreyê de, Xanim Ritva Viljanen wek seroka nû ya yekîtiyê hat hilbijartin û li gel Xanim Xezaleyê, her yek ji (Mervi Mäki-Neste ji rêxistina Maa- ja kotitalousnaiset, Elina Pokki ji rêxistina Kuurojen Liitto ry, û Salla Roni-Poranen ji rêxistina Soroptimist International Finland ry) wek endamên nû yên desteya rêveberiyê hatin destnîşankirin. Biryar e desteya nû di 1ê Çileya 2027an de bi fermî dest bi karên xwe bike.
Federasyona Jinên Kurdistanî yên Diyasporayê li gel pîrozbahiyê li Xanim Xezale, seroka nû û hemû endamên desteya rêveberiyê, spasiya baweriya rêxistinên beşdar kir û ragihand ku ev serkeftin destkeftinek e ji bo hemû jinên kurd li Fînlandiya û diyasporayê, da ku ji niha û pê ve dengê jina kurd di navendên bilind ên biryardanê de bi hêztir bê bihîstin.