Mediya Qamişloyî l: Ez bê welat hatime dunyayê, lê bi hest û evînê min nexşeya Kurdistanê çêkir
Helsînkî — Roja Înê, 23ê Çiriya Pêşîna 2026an, di çarçoveya Festîvala Çandî ya Merirastinê (Merirastin Kulttuurijuhla) de li bajarê Helsînkî yê paytextê Fînlandiyayê, Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê bi serokatiya Xanim Şîrîn Zekî, Seroka Federasyonê, û bi beşdariya Çenur Qadir û endamên din ên federasyonê, çalakiyeke çandî û dîrokî ya berbiçav pêk anîn.
Di vê çalakiyê de, Xanim Mediya Qamişloyî (Murîde Osman), Berpirsa Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê li Fînlandiyayê, bi cil û bergên resen ên kurdî derket pêş û bi destên xwe nexşeya çar beşên Kurdistanê çêkiribû ku navên hemû bajarên wê li ser nexşeyê hatibûn nîqandin.
Mediya Qamişloyî derbarê xebata xwe de diyar kir:
«Ez bê welat hatime dunyayê û ez pir baş dizanim ku bêwelatî tê çi wateyê, lê min dixwest nexşeya welatê xwe, Kurdistanê, bi destên xwe bikşînim... Bi hemû hest û evîna xwe ve ji bo gel û welatê xwe.»
Li kêleka nexşeyê, hevkêşeyeke dîrokî hatibû nîşandan: «2 + 2 = 1; Ev hevkêşe tenê ji bo kurdan rast e, ji ber ku Kurdistan hatiye dabeşkirin bo çar beşan, du beş û du beş dibin yek — Kurdistan!».
Ji bilî pêşkêşkirina xwarinên resen ên kurdî, Mediya Qamişloyî bi qasî nîv saetê bi zimanê Fînî gotareke dîrokî ya berfireh ji bo girseya amade ya ji çand û neteweyên ciyawaz re pêşkêş kir û bal kişand ser dîroka Kurdistanê, koka gelê kurd û nasnameya neteweyî.
Xanim Mediya Qamişloyî bi salan e li Fînlandiyayê bi riya rêxistinên nehikûmî (NGO) di warên çand, huner, dîrok, perwerdehiya zimanê kurdî û dîlanên kurdî de çalakiyên berdewam dike û xizmeteke mezin ji bo civaka kurd û doza rewa ya gelê kurd li diyasporayê pêk tîne.