Semînarek li ser “Pêwendiya dîrokî ya di navbera edebiyata fehlewiyat û edebiyata goranî de” hat saz kirin

Semînarek li ser “Pêwendiya dîrokî ya di navbera edebiyata fehlewiyat û edebiyata goranî de” hat saz kirin


Di çarçoveya çalakiytên xwe yên çandî de, Komîteya Almanyayê ya Fedratisyona Jinên Dîasporaya Kurdistanî, di 8ê Çiriya Paşîn a 2026an de semînarek ji bo Dr. Perwîn Mehmûdweysî, xwediya bawernameya post-doktorayê li Zanîngeha Hamburgê, pêk anî.

Di semînarê de, Dr. Perwîn mijareke giring di bin navê “Pêwendiya dîrokî ya di navbera edebiyata fehlewiyat û edebiyata goranî de; ji Baba Tahir heta Seyîd Aşiq Xuşanî Nehavendî” pêşkêş kir. Di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka kurdan di serdemên cuda de û agahiyên dewlemend li ser resenî û kûrahiya zimanê kurdî pêşkêşî amadebûyan kir.

Di dawiyê de, komîteya amadekar û amadebûyan rêz û spasiyên xwe ji bo agahiyên wê yên nirxbilind diyar kirin, û spasiya hemû endam û xuşkên ku beşdar bûn û bûn alîkar di serkeftina vê çalakiyê de kirin.