Li bajarê Düsseldorfê civîneke girîng a Federasyona Jinan hate lidarxistin
Li ser serpereştiya Şîrîn Zekî, Seroka Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî, di 25ê Tîrmeha 2026an de li bajarê Düsseldorf/Elmanyayê, civîneke girîng bi jinên Elman re hate lidarxistin.
Di vê civînê de, Dr. Îsmaîl Kamil, Serokê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî; Qehreman Osman, Berpirsê Nivîsgeha Şîfa Barzanî; Hermin Ehmed, Berpirsê Ragihandinê yê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî; Yad Emîn, Serokê Federasyona Law û Ciwanan û Komîteya Elmanyayê ya Federasyona Jinan amade bûn.
Di civînê de pêşwaziyeke germ li hemû beşdar û mêvanên hêja hate kirin, ku tê de hejmareke berçav a jinên çalakvan, pêşeng, kesayetiyên sivîl û nûnerên rêxistinên cûrbicûr amade bûn.
Di destpêkê de, Dr. Îsmaîl Kamil gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişand ser girîngiya stratejîk a Federasyona Jinan û amadebûna tije ya Konfederasyona Rewenda Kurdistanî ji bo piştgirî û hevahengiya bi Federasyona Jinan re dupat kir. Her wiha da zanîn ku Federasyona Jinan, yekem federasyona navneteweyî bû ku hate qeydkirin û karî karên xwe bi awayekî serkeftî bimeşîne.
Piştre jî Qehreman Osman, Hermin Ehmed û Yad Emîn xwe dan naskirin û her yekî ji wan nêrîn û dîtinên xwe pêşkêşî amadebûyan kirin.
Şîrîn Zekî gotarek pêşkêşî jinên amade kir û ronahî xist ser rojeva bingehîn û armancên Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî.
Di dawiya civînê de, hemû amadebûyan xwe dan naskirin û nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo çêtirkirina karên federasyonê anîn ziman. Her wiha gotûbêjeke hûr li ser rêkarên kiryarî ji bo çalakkirin û xurtkirina pêgeha jinan di qada sivîl û civakî de pêk hat, û civîn bi gelek destkeftiyên berçach û wekî pêngaveke bi bandor ji bo xurtkirina peywendiyên rêxistinî yên li Elmanyayê bi dawî hat.