Seroka Federasyona Jinan serdana Mekteba Têkiliyên Derve ya PDKê kir
Kurdistan | 2ê Tîrmeha 2026
Li baregeha Mekteba Têkiliyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi amadebûna Emîr Cergîs û Mîna Samî, endamên mekteba têkiliyan, pêşwaziyeke germ li Şîrîn Zekî, Seroka Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî hate kirin.
Di destpêka hevdîtinê de, endamên mekteba têkiliyan xêrhatina seroka federasyonê kirin û pîrozbahiyeke germ li salvegera damezirandina federasyona wan kirin. Her wiha, bilind nirxandina xwe ji bo rol û bandora berçav a federasyonê di çarçoveya Konfederasyona Navendî ya Rewenda Kurdistanî li dervayî welat de anîn ziman, ku her wekî 22 federasyonên din ên Kurdistanî, ji bo geşepêdan, pêşveçûn û yekgirtina saziyên Kurdistanê di diyasporayê de kar dikin.
Berpirsên mekteba têkiliyan hêviya serkeftina berdewam ji bo serok û hemû endamên desteya birêvebirina Federasyona Jinên Diyasporayê xwestin, ku wek endamên çalak di saziyên navdewletî yên jinan de kar dikin. Hate teqezkirin ku ev çalakî di pêxema naskirina doza rewa ya gelê kurd, parastina maf û azadiyan, û pêkhanîna dadweriya civakî û wekheviyê ye li Kurdistanê, bi şêwazekî ku şayisteyî dîroka tije qurbanî ya jinên kurd be di pêxema azadî û serxwebûnê de.
Di rûneştineke din a hevdîtinê de, gotûbêj li ser bilindkirina asta çalakiyên diyasporayê û vejandina saziyên ser bi Konfederasyona Navendî ya Rewenda Kurdistanî li dervayî welat hate kirin.
Her du alî hevray bûn li ser giringiya dariştina plansaziyan li ser rêçikeke rast û dirust, bi armanca xizmetkirina pêşveçûna dozên niştimanî, parastina nasnameya neteweyî, ziman û kultura kurdî, û çespandina giyanê hevkarî û yekgirtinê di navbera hemû saziyên diyasporayê yên Kurdistanî de.