Federasyona Jinan pîrozbahiyê li Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî dike

Federasyona Jinan pîrozbahiyê li Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî dike


Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê, bi boneya lidarxistina yekemîn kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî li welatê Almanyayê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî serok, endam û hemû beşdarên kongreyê kir.

Federasyona Jinan di peyama xwe de, tevî nandana germtirîn pîrozbahiyên xwe, pişgiriya xwe ya tevahî ji bo serxistina biryar û raspardeyên vê kongreya giring ragihand, ku di bin dirûşma pirwate ya ”Zimanê me nasnameya kurdbûna me ye” û di bin çavdêriya birêz (Şifa Barzanî) Serpereştiyarê Giştî yê Rewenda Kurdistanî de tê lidarxistin.

Deqa peyamê:

  Ji Serok û Endamên Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî re
Birêzan,

Jibo lidarxistina Kongreya Yekem a Federasyona we ya têkoşer li Almanyayê, ku di bin dirûşma bi maneya xwe ya girîng û pêwîst de “Zimanê me nasnameya kurdbûna me ye” û di bin çavdêriya rêzdar Şifa Barzanî, serperiştiyara giştî ya Civaka Kurdistanê de tê lidarxistin, em germtirîn pîrozbahiyên xwe ji we re û ji hemû beşdarên kongreyê re pêşkêş
dikin.

Ziman derbirîna rastîn a hebûnê ye û faktora bingehîn a parastina neteweyî ya her gelêkî ye. Di diasporayê de parastina zimanê dayikê tenê erkek çandî nîne, Herweha parastina rûh, dîrokû dahatûya nifşên me ye. Em, wek Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê, di heman demê de ku spasdariya vê gaveya stratejîk û neteweyî ya girîng a we dikin, piştgirîya xwe ya tevahî ji bo serkeftina biryar û pêşniyarên kongreya we radigihînin.

Em hêvîdar in ku ev kongre bibe rawestgehek nû ji bo yekgirtina hemû kapasîteyên çandî, akademîk û civakî, ji bo zindî ragirtin û pêşxistina zimanê şîrîn ê Kurdî di nav civakên Kurdistanî de li çar aliyên cîhanê de.

Bi hêviya serkeftinê ji bo kongreya we.

Li gel silav û rêz.

Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê
27.06.202