Konferansa Fedrasyona Jinên Diasporaya Kurdistanî li Almanyayê bi serkeftî bi rêve çû

Konferansa Fedrasyona Jinên Diasporaya Kurdistanî li Almanyayê bi serkeftî bi rêve çû




Di dîroka 1ê Gulana 2026an de, li bajêrê Düsseldorfê li welatê Almanyayê, Konferansa Fedrasyona Jinên Diasporaya Kurdistanî bi beşdariya hejmareke berçav ji endam, mêvan, rêxistin û kesayetiyan hate lidarxistin.
Di vê konferansê de nûnerên aliyên siyasî û civakî, mêvanên hêja û kesayetên cuda amade bûn.Di nav wan de nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, Komeleya Rûnak û Fedrasyona Komeleyên Kurdistanî li Diasporayê amade bûn.

Konferans ji aliyê rêveberên bernameyê, xanim Xende û xanim Leylan ve bi xêrhatineke germ ji bo hemû beşdar û mêvanan dest pê kir.
Piştre bi sirûda neteweyî "Ey Reqîb" û xulekek bêdengî bo giyanê pak ê şehîdan berdەwam kir. Di heman demê de behsa girîngiya vê konferansê di bihêzkirina rola jinên Kurd di diasporayê de hate kirin.

Di destpêka bernameyê de, Seroka Fedrasyona Jinên Diasporaya Kurdistanî, xanim Şîrîn Zekî gotarek pêşkêş kir. Wê ronahî xist ser rola girîng a jinan di têkoşîna civakî û siyasî de. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya karê hevbeş û yekîtiyê kir û amaje bi wan çalakiyan da ku heta niha hatine kirin.
Wê spasiyeke taybet pêşkêşî birêz Kak Şîfa Barzanî kir bo piştgiriya wî ya mezin û berdewam.
Herwiha wê ragihand, Em bi pêwîst dizanin spasiya Konfedrasyona Rewenda Kurdistanî bikin, ku li cîhanê roleke girîng dilîze di gihandina dengê gelê me û girêdana nîştiman bi derveyî sînoran re.

Di beşeke din a bernameyê de, endamên Desteya Rêveberiya Giştî ya Fedrasyonê birêz: Xûnaf Haco, Karîna Wezîrê û Necla Çamlîbel gotarên xwe pêşkêş kirin û piştgiriya xwe bo rola jinan di avakirina civak û malbatê de diyar kirin.
Birêz Xûnaf Haco bi taybetî behsa serkeftinên fedrasyonê li Almanyayê kir û behsa projeyên dahatû kir.
Peyva dawî ji aliyê birêz Dr. Nafî Birro ve hate pêşkêşkirin, ku tê de tekezî li ser girîngiya karê hevbeş bo parastina mafên jinan kir.

Xanim Karîna Wezîrê û xanim Necla Çamlîbel bal kişandin ser girîngiya karê jinan di warê dîplomasî, lobî û ragihandinê de bo naskirina doza Kurd di platformên navdewletî de.
Piştî gotaran, endamên rêveber bersiva pirsên beşdaran dan.
Di beşa duyem de, Desteya Rêveber a Komîteya nû ya Almanyayê li Düsseldorfê di keşekî demokratîk de bi dengê endaman hatin hilbijartin. 

Di dawiyê de encamên dengdanê hatin ragihandin û desteya nû hate nasandin.

Konferans bi muzîk û stranên hunermend xanim Janê û bi xwarinên kurdewarî di nav coşeke mezin de bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku gelek kesayet û rêxistinan peyamên pîrozbahiyê şandibûn, ji wan:

Birêz Omer Zawîteyî, kargêrê liqê 6 ê PDKê.

Peyama Konfedrasyona Rewenda Kurdistanî ji aliyê birêz Ebdullah Cindî.

Xanim Şahên Murtezazade, gotara Yekîtiya Jinên Kurdistana Îranê li Almanyayê.

Fatma Çeşman, Seroka Civaka Kurdî li Rhein-Sieg-Kreis.

Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê (KOMKAR) li Almanyayê.

Mamoste Fettah Tîmar – kargêrê "HEVALTÎ" li Bottrop.

Hetaw Tek – Parlamentera Bremenê (CDU).

Nivîskar Bayram Ayaz.

Nivîskar Narîn Omer – Karlsruhe.

Rêxistina Jinên Kurd ên Azad.

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.

Komeleya Nivîskarên Feqiyê Teyran, Murad Daxdelen.

Fedrasyona Jinan spasiya her kesî dike. Ev peyam nîşan didin ku fedrasyon bi hêzeke civakî ya mezin ber bi pêş ve diçe û berpirsiyariya endaman li hember nîştiman zêdetir dike.

Fedrasyona Jinên Diasporaya Kurdistanî
1ê Gulana 2026
Düsseldorf - Almanya