Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê bi munasebeta 8ê Adarê webînarek lidarxist

Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê bi munasebeta 8ê Adarê webînarek lidarxist


Di êvara 7ê Adara 2026an de, Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê bi munasebeta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan webînarek lidarxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku bal bikişîne ser rewşa jinên kurd li diasporayê û her weha li navxweyî Kurdistanê, û jî li ser rol û têkoşîna wan di civaka kurdî ya îroyîn de çî ye?

Webînar bi serokatiya moderatoriyê ya birêz Hiwa Huseyn, endama desteya rêvebirina federasyonê, hat birêvebirin. Di dema çalakiyê de axaftvan nêrîn û tecrubeyên xwe li ser cih û rolê jinên kurd li civakê, rêxistinkirina jinan li diasporayê û pêşeroja têkoşîna jinan pêşkêş kirin.

Di webînarê de çalakvanên jin ên nasdar wek nûnerên çar parçe Kurdistanê birêz Evîn Çîçek – Bakurê Kurdistanê
Birêz Behre Hemerreş – Başûrê Kurdistanê
Birèz Rodi Elî – Rojavayê Kurdistan
Birêz Çîmen Cewanrûdî – Rojhilatê Kurdistanê bêştarê civînê bûn.

Axaftvanan bal kişandin ser pirsgirêkên civakî, siyasî û çandî yên ku jinên kurd di wan de rû bi rû dimînin, û girîngiya yekgirtin û hevkariya jinan ji bo pêşxistina civaka kurdî jî destnîşan kirin.
Di dawiya çalakiyê de, Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê ragihand ku ew ê di pêşerojê de jî berdewam be di sazkirina çalakiyên weha de, da ku deng û rola jinên kurd li diasporayê zêdetir were bihîstin û xurtkirin.