Beşdariya Federasyona jinên Diyaspora Kurdistanî di Newroza Civaka Kurd li almaniya li Berlîn.

Beşdariya Federasyona jinên Diyaspora Kurdistanî di Newroza Civaka Kurd li almaniya li Berlîn.



Di 24.03.2026 de li Nûneratiya herêma Baden-Württemberg li Berlînê merasîma pêşwazîkirina Kurdische Gemeinde Deutschland (KGD) ya Newrozê hat lidarxistin. 

Nêzîkî 200 mêvan ji siyaset, medyayê, civakê û çandê bi hev re destpêka biharê û sala Kurdî nû pîroz kirin. Ji aliyê Fedrasyona  jinên Diyaspora Kurdistanî  ve jî serok Sherin Zaki û endamên din wek Xunav Hajo, Lilan Mela Abdullah û yên din beşdar bûn.

Ev bûyer bi awayekî fermî ji aliyê Rudi Hoogvliet, sekreterê dewletê yê siyaseta medyayê û nûnerê herêma Baden-Württemberg li federasyonê, û her weha ji aliyê Muhterem Aras, seroka Parlamentoya herêma Baden-Württemberg, hat vekirin. Piştî wê, Ali Ertan Toprak, serokê federal ê KGD, mêvanan pêşwazî kir.

Piştre axaftin hatin kirin ji aliyê Bodo Ramelow, cîgirê serokê perlema; ji aliyê wezîra federal a perwerdehiyê, malbatê, kal û pîran, jinan û ciwanan Karin Prien; ji aliyê cîgirê serokê partiya SPD Achim Post; ji aliyê Pegah Edalatian, rêveberê siyasî ya Bündnis 90/Die Grünen; ji aliyê serokê şêwirmendiya KGD Herbert Schmalstieg û ji aliyê arşebîşop Thomas Schirrmacher.

Axêveranan Newroz wekî cejnê hêviyê binav kirin û li ser rewşa Kurd û Kurdistanî, têkoşîna wan bo azadî û serxwbûn ê li welatê xwe, her weha nirxên demokratîk li Almanyayê rawestiyan.

Ew Şev bi muzîk ê jî xweştir bû bi hunermendên Nurê Dlovani û Aslî Zelal ve.