Têkoşîna Azadiyê ya ku mela Mustafa Barzanî Destpêkir bê rawastandin berdewam e

Têkoşîna Azadiyê ya ku mela Mustafa Barzanî Destpêkir bê rawastandin berdewam e



Serokê nemir yê gelê kurd Mela Mustafa Barzani, ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir û heta îro jî rê nîşan dide, bi bîranîna 123emîn salvegera jidayikbûna wî li Düsseldorf a Almanyayê bi semînerekê hate bîranîn.

Ev semînar bi vexwendina Kürdistan Demokrat Partisi – Leqê 6an hat lidarxistin û gelek kesayetên girîng ên diasporeyê beşdarî wê bûn. Di semînarê de nivîskar Edîb Calkî jiyana, têkoşîn û mîrata dîrokî ya ku Barzanî ji bo tevgera kurdî hiştîye şîrove kir.

Her wiha di axaftinê de rola Abdulsalam Barzani û Ahmed Barzani di têkoşînê de hate nîqaş kirin û girîngiya peymana 11ê Adarê jî hate ragihandin.

Di çalakiyê de li ser navê Federasyona Jinên Kurd ên Diasporayê jî Karina Wezîr, Necla Çamlıbel û Xunaw Haco beşdar bûn.

Semînar di atmosfera germ û samîmî de, ku di nav beşdaran de diyalogên nû hatin avakirin, bi dawî bû.