Daxuyaniya 8’ê Adarê ya Fêderasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê
Bi bîra Roja Jinên Cîhanê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe dişînin hemû jinên têkoşer ên Kurdistanê û hemû jinên cîhanê re. Ev roj ji bo me ne tenê rojek salane ye; ew di heman demê de demeke nûkirina peyman û sozê me ye di rêya bidestxistina wekhevîya zayendî û parastina mafên bingehîn ên jinan de, li her derê cîhanê de.
Em careke din dûbare dikin ku têkoşîna azadîya jinê, beşek nedabeş e ji têkoşîna netewahî û mirovahî ye. Bo we em bang li hemû hêz û rexistinan dikin ku bên yek kirin ji bo rakirandina her cure tundûtûjiyê û avakirina şert û mercên aram û ewle ku tê de jin wek hêza bingehîn a guherîn û avakirinê were dîtin û nasandin.
Di vê rojê de em bi serbilindî tekez dikin li ser Kampanya Kezî. Ev tevgera sivîl û sembolîk, erk û hêza jina Kurd gîhîştand cîhanê . Honandina kezîyan ji aliyê keçên Kurd de ve bû peyamek eşkere ya yekîtî û piştgiriyê ji bo keçên Rojava. Ev kiryar nîşan da ku kezî ne tenê hûner e, belkî pêtek xurt e ji bo girêdana îradeya jinên Kurd li her çar parçeyên welat û rawestandina li dijî nîjan-tarîperestiyê. Ev yekrêzî sedem bû ku dinya bi rêz li îradeya mezin a Jinên Kurd binêrin.
Em bawer in ku guherîna rastîn tenê bi hişyariya sivîl û yekîtîya jinan tê bidestxistin. Erkê me yê li diasporayê ew e ku bi awayekî berdewam li ser navendên navneteweyî zext çêkin da ku mafên neteweyî û nasname yên gelê me bên parastin. Em dixebitin ji bo avakirina civakekê ku tê de jin di hemû qadên biryargirtinê de rolek sereke hebe û tu cure cudakariyê li dijî rûmeta jinê neyê qebûl kirin.
Di dawiyê de, em bang li hemû jinên Kurdistanê dikin li her devera cîhanê ku yek bibin û dengê xwe bilind bikin. Bila 8’ê Adarê bibe bingeh û hêmanek ji bo pêşxistina dadperweriya civakî û azadiya rastîn.
Silav û rêz li hemû wan jinan ku di tekoşîna rêya azadî û wekheviyê de bêdeng namînin.
Careke din 8’ê Adarê li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz be!
Fêderasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê
8’ê Adarê 2026