Beşdariya Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî di Parlemena NRW de bi boneya Roja Jinan a Cîhanî

Beşdariya Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî di Parlemena NRW de bi boneya Roja Jinan a Cîhanî



Li ser vexwendina fermî ya Parlemena Herêma (Landtag NRW), wek Federasyona Jinan me beşdarî di bîranîna Roja Jinan a Cîhanî de kir.

Dirûşmeya îsal "Vernetzung" (Torbendî) bû; armanc jê bihêzkirina tora têkiliyan û koordînasyona di navbera sazî û siyasetmedaran de ye, da ku bi yekgirtî û têkoşînek hevpar ji bo dabînkirina mafên jinan kar bê kirin.

Di civînê de, nûnerên 4 komeleyên ser bi federasyona me amade bûn û tekezî li ser girîngiya xebata bi hev re kirin.

#RojaJinan #Parlemen #NRW #Têkoşîn #Federasyon #Equality #InternationalWomensDay