Newroz ‘a bajarê Bonnê bû dengekî xurt ê yekîtiya neteweyî, nasname û daxwaza azadiya gelê Kurd.

Newroz ‘a bajarê Bonnê bû dengekî xurt ê yekîtiya neteweyî, nasname û daxwaza azadiya gelê Kurd.


Newroz ‘a bajarê Bonnê bû dengekî xurt ê yekîtiya neteweyî, nasname û daxwaza azadiya gelê Kurd.

Di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî û bi serperştiya rêzdar Şifa Barzanî de, Karnêvala Newroza 2026 li bajarê Bonn ji aliyê Konfîdêrasyona Komelên Kurdistanê ve hat organize kirin. 

Di karnêvalê de peyamek Video ya Serok Barzanî hate pêşkêşkirin. Wî di peyama xwe de carek din bang li yekbûna gelê Kurd kir û girîngiya parastina çand, ziman û nasnameya neteweyî jî xist ber çavan.

Rêzdar Şîrîn Zekî, seroka Federasyona Jinên Diasporaya Kurdîstan, ligel endamên desteya rêvebirin û endamên Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê KDWF (Necla Çamlıbel, Karina Wezîr û Xunav Haco) di pêvajoya amadekariyên karnêvala Newrozê de beşdar bûn. Endamên federasyona jinan bi serbilindî û bi dilsozî karên xwe anîn cih.

Ev karnêval bi sponsorîya medyayê ya Kurdistan TV û bi beşdariya gelek hunermendan hate lidarxistin. Her wiha, gelek axaftinên parlamenter û karbidestên Ewropayê jî hatin pêşkêşkirin. Jin, mêr, ciwan û zarokên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî peyamek xurt da cîhanê ku hişmendiya neteweyî zindî ye û pêşeroj ji wan re ye.

Dikarin bêjin ku peyama Bonnê ev bû:
Kurdistan bi yek dil û yek armanc, bi hêvî û baweriyê ber bi jiyanê di welatekî azad û serbixwe de gav diavêje.