En êrişa ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê buye şermezar dikin

En êrişa ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê buye şermezar dikin



Em wek Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê, bi tundî êrişa neheq û tirsnak a ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Neçîrvan Barzanî, li parêzgeha Dihokê hat kirin şermezar dikin. Ev kiryara xerabkarane ne tenê armanca wê kesayetiya siyasî ye, belkî hewldanek bêencam e ji bo têkbirina aramî ya Herêma Kurdistanê û belavkirina kaosê li herêmê ye.

Em wek Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê ragihînin ku êrişkirina mala Serokê Herêmê—ku her dem wek parêzgerê aşitî û yekîtiya neteweyî hatiye nasîn—têkbirina hemû xetên sor e. Ev kiryar peyamek dijminane ye ji bo her kesê Kurd li her cihê dinyayê.

Ev destdirêjîya derveyî nîşana vekirî ye ku hemû rêz û qanûnên navneteweyî yên têkildar bi serweriya Kurdistanê hatine binpêkirin. Dijmin divê bizanin ku axa Kurdistanê ne meydanek e ji bo ceribandinên çekan an jî şerên hêzê nin.

Di vê demê girîng de, em bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên siyasî dikin ku cihê cihêtiyên xwe bidin alî û li dora statûya destûrî ya Herêmê û damezrandinên wê yên meşrû bicivin. Zêdebûna cihêtiyên navxweyî tenê rê dide destdirêjiyên derveyî derxin.

Herwiha em bang li welatên biryarder û saziyên navneteweyî dikin ku bêdengiya xwe bişkînin. Bêdengî li hember van cûre destdirêjiyan, ewlehiya herêmî û cîhanî dixe xeterê.

Em wek Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê soz didin ku em ê ev sûc li navendên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan wek êrişek li ser îradeya neteweyekê pêşkêş bikin. Statûya Herêma Kurdistanê û rûmeta rêberiya wê, beşek ji rûmeta her Kurdê di diasporayê û welatê de ye.

Serbilindî ji bo Kurdistanê û şermezarî ji bo dijminên aşitî û azadiyê.

Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê
28 Adar 2026