Salvegera federasyona me pîroz be
Karina Wezirê Eşo
13/06/2026 .
Îro em bi hev re salvegera federasyona xwe pîroz dikin. Ev ne tenê salvegera rêxistineke ye, lê salvegera hewildan, yekîtî û xebata gelek jinan e ku bi bawerî û dilsoziyê ji bo civaka xwe xebitîne.
Di van salan de federasyona me bûye cihê hevhatinê, piştgiriyê û hêza jinan. Bi rêya vê federasyonê gelek jin hatine cem hev, tecrûbe û zanîna xwe parve kirine û bi hev re gelek gavên girîng avêtine.
Ez bi taybetî spas ji hemû jinên ku di van salan de beşdar bûne û bi hewldanên xwe alîkariya pêşketina federasyonê kirine dikim.
Ez bawer im ku hêza me di yekîtiya me de ye. Dema ku em bi hev re dixebitin, em dikarin gelek armancên xwe bi cih bînin û ji bo jinên Kurd derfetên nû biafirînin.
Di vê roja taybet de ez ji bo federasyona me serkeftinên nû, yekîtî û pêşketinê dixwazim.
Salvegera federasyona me pîroz be.
Silav û rêz ji hemû we re.
13.6.2026